Erdogan: Îdiayên derbarê rewşa aboriya Tirkiyê de rast derneketin

01-06-2023
RÛDAW
Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan
Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan
Nîşan Recep Tayyip Erdogan Tirkiye Aboriya Tirkiyê ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî encamên hilbijartinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yekalî bûn, niha çavên welatiyan li rewşa aborî ye û hêvî dikin ku kirîza aborî ya li welat di demeke nêzîk de were çareserkirin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan opozisyon rexne kir û ragihand, ew gotegotên ku dihatin gotin ku qaşo dê di 29ê Gulanê de aboriya Tirkiyê têk biçe, rast derneketin. Desteya Amaran a Tirkiyê jî ragihand, aboriya Tirkiyê bi qasî %4 mezin bûye.

Hilbijartinên Tirkiyê bi dawî bûn, êdî çavên her kesî li ser rewşa aborî ye ku ew demeke dirêj e xirab e.

Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu pêş hilbijartinê gotibû, eger Erdogan careke din biserkeve dê dolar bibe 30 lîre û aborî xirabtir bibe.

Recep Tayyip Erdogan ê ku careke din weke serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin, roja 30ê Gulanê beşdarî civîna Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyê bû û ragihand, opozîsyonê dixwest karsazan bitirsîne û ji karsazan daxwaz kir weberhênanê zêdetir bikin.

Erdogan got: “Îdia dikirin, digotin roja 29ê Gulanê xelk nikare ji bankan pereyên xwe bikişîne û dê nirxê diravên biyanî û sebze gelekî bilind bibin. Çi bû? Doh 29ê Gulanê bû, ka bank hatin girtin? Qaseyên xwe vala kirin, çi bû? Hemû derew.”

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), roja 31ê Gulanê ragihand di 3 mehên destpêkê yên sala 2023ê de aboriya Tirkiyê %4 mezin bûye û nirxê berhemên ku di 3 mehan de li nav Tirkiyê hatine berhemanîn gihiştiye 245 milyar û 464 milyon dolaran.

Ji aliyê din ve daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û li bazarên serbest ên Tirkiyê dolarek gihişte 20 lîre û 70 quruşan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst