Kiliçdaroglu: Bihabûn dê berdewam bikin

25-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP)Kemal Kiliçdaroglu derbarê rewşa xirab a aborî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bihabûna nirxan de axivî û got: “Jiha niha û şûnde dê bihabûn berdewam bikin.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu  duh di civîna firaksiyona partiya xwe de derbarê rewşa xirab a aborî, rewşa cotkarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û pêşhatên dawî ên li Tirkiye û navçeyê de axivî.

Daketina nirxê lîreyê tirkî li beramber dolar û diravên biyanî ku dibe sedema bihabûna nirxê pêdiviyên sereke yên jiyanê,  wek her warî bandoreke xirab li çandinî û cotkarên Tirkiyê jî dike. 

Kemal Kiliçdaroglu ser vê yekê rexne li desthilatê girtin û got: “Ev tablo mirovan ji berhemanînê dike.  Cotkar heqê keda xwe nastînin û di rewşeke xirab de ye. Îsal ji budceyê bo cotkaran 29 milyar lîre pere hat veqetandin, lê ligor yasayê diviyabû 79 milyar lîre pere hatiba veqetandin. Lê ev jî nebû û cotkar perîşan in.”

Kiliçdaroglu behsa bihabûna nirxê pêdiviyên sereke yên jiyanê û enerjiyê jî kir û got ku dê ji niha û şûnde li Tirkiyê bihabûna nirxan berdewam bike.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha axivî: “Ji niha û şûnde dê çi bibe? Ji niha û şûnde dê bihabûn berdewam bikin. Binêrin Saziya Şopandina Bazara Enerjiyê, bo berhemhênerên elektirîkê nirxek herî zêde destnîşankiribû, lê bi biryara fermî ku 19ê Gulanê di Rojnameya Fermî de hatiye belav kirin ew nirx  zêde kirin. Zêdekirina wî nirxî tê wê  wateyê ku dê bihabûn bên. Di mehên Temmûz û Tebaxê de dê elektirîk bê bihakirin. Yan dê elektrîka malan yan a xaniyan yan jî ya pîşesazan bê bihakirin. Yan  dê yek ji van zêde bê bihakirin, yan jî a din kêm. Bi vî awayî bila hemû welatiyên me  amade bin,  dê di demên pêşiya me de eletrîk bê bihakirin.”

Ev gotinên Kemal Kiliçdaroglu di demekê de ne li Tirkiye daketina nirxê lîreyê Tirkî berdewam e û di roja duyem a vê hefteyê de dolarekî Amerîkî 16 lîreyên Tirkî derbas kir û niha bi derdora yek dolarê Amerîkî bi 16 lîre û 16 quruşan e.

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Nîsana îsal de rêjeya enfilasyonê ji sedî 7.25 bilind bûye û enfilasyona salene jî gihiştiye ji sedî 69.97. Li beramber TUÎKê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) jî ku saziyeke serbixwe ye, dibêje, rêjeya enfilasyonê di Nîsanê de ji sedî 8.86 bilind bûye û enfilasyona salane jî gihiştiye ji sedî 156.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst