RAPIRSÎ – AK Partî çima bû partiya duyem?

25-04-2024
Nîşan AK Partî CHP DEM Partî Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanya AREAyê, sedema mezin a daketina dengên AK Partiyê pirsgirêkên aborî ne.

AREAyê encamên rapirsiya xwe belav kirin ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê li 26 bajaran bi 3 hezar û 62 kesan re hatibû kirin.

Li gorî rapirsiyê, dengên CHPyê zêde dibin û û AK Partî niha jî partiya duyem e.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger îro hilbijartinên parlamenteriyê bên kirin hûn dê deng bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

DEM Partî sêyem e

Li gorî encaman, CHP bi rêjeya ji sedî 34,4an partiya yekem e, AK Partî bi rêjeya ji sedî 32,5an partiya duyem e û DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 9,9an partiya sêyem e.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ye:

CHP: Ji sedî 34,4

AK Partî: Ji sedî 32,5

DEM Partî: Ji sedî 9,9

MHP: Ji sedî 9,1

Yenîden Refah: Ji sedî 5,6

Sedema weindakirina AK Partiyê pirsgirêkên aborî ne

Herwiha li gorî rapirsiyê sedema herî mezin a daketina dengên AK Partiyê pirsgirêkên aborî ne.

Ji sedî 61,1ê beşdaran gotiye sedema windakirina AK Partiyê pirsgirêkên aborî ne.

Li gorî ji sedî 8,6ê beşdaran “pirsgirêka koçberan” û li gorî ji sedî 8,5ê beşdaran jî “namzedên AK Partiyê” bûne sedema bibinketina AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst