Îzmîr: Endama rêveberiya HDPê û 4 jinên din hatin girtin

25-03-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê, 5 jinên ku 22ê Adara 2023an hatibûn desteserkirin û Endama Navenda Rêveberiya HDPê Idil Ugurlu jî di nav wan de bû bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Îzmîrê, roja Înê 24ê Adarê Endama Navenda Rêveberiya HDPê Idil Ugurlu û 4 jinên din piştî kar û barên yasayî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê û îfadeyên şahidên veşartî” bi biryara dadgehê hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.

Li gor zanyariyan jinên ku hatine girtin beşdarî kar û xebatên HDPê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bûne û ev yek ji aliyê dadgehê ve wek sûc hatiye qebûlkirin.

22ê Adarê li parêzgeha Izmirê polîsan bi ser hejmarek mal de girtibûn û Endama Rêveberiya HDPê Îdil Ugurlu, Berdevka Înîstiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Îzmirê Behiye Yalçin, Selma Demir, Berfin Çiçek, Hayat Îzgi, Newroz Çelik û Bariş Kirmizitaş desteser kiribûn.

Herwiha bêyî ku sedemek bê diyarkirin kesên hatibûn desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Îzmirê ya li navçeya Çankayê hatibûn birin.

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst