Konseya Ewropayê: Li Tirkiyeyê şkence zêde bûye

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewropayê Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewropayê ragihand ku li Tirkiyeyê şkence û miameleya xirab zêde bûye.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, derbarê şkence û miameleya xirab a li welatên Ewropayê li ser biryarekê deng da û ew biryar erê kir.

Biryar ji 67 parlamenteran bi dengê 66an hat erêkirin û li ser navê Tirkiyeyê tenê Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk beşdar bû û dengê erê da.

Li gorî biryara Konseya Ewropayê, li hinek welatên Ewropayê li navendên polîsan û girtîgehan şkence û miameleya xirab heye ku Tirkiye jî yek ji wan welatan e.

Li gorî biryarê, di salên dawî de li Tirkiyeyê li cihên desteserkirinê yên navendên polîsan û girtîgehan şkence û miameleya xirab zêde bûye.

Di raporê de biryarên Dadgeha Destûrê yên qedexekirina miameleya xirab erênî hatine pênasekirin û bangî saziyên darazê yên din ên Tirkiyeyê hatiye kirin ku heman helwestê wergirin.

Di raporê de zanyarî û çavdêriyên Komîteya Rêgirîkirina Miameleya Xirab a Ewropayê (CPT) cih girtine.

CPT sala 2019an li Tirkiyeyê çûbû hinek girtîgeh û navendên polîsan û wê bûyerên “tundûtûjiya zêde û miameleya xirab a fîzîkî” tesbît kiribûn.

Di rapora CPTyê de hatiye nivîsandin:

“Li Tirkiyeyê piştî sala 2017an îdiayên şkence û miameleya xirab zêde bûne.

Raporên piştî hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an ên 2016, 2018 û 2021ê nehatine belavkirin.”

Li gorî rêziknameya CPTyê heta hikûmeta wî welatî erê neke raporên şkence û miameleya xirab nayên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst