STENBOL - Îro ji bo penaberên Sûriyeyî roja dawî ye

24-09-2023
RÛDAW
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro ji bo penaberên Sûriyeyî yên ku navê wan li bajarekî din tomarkirî ye lê li Stenbolê dimînin roja dawî ye ku vegerin wan bajarên navên wan lê heye.

Ji îro û pê ve ew penaberên Sûriyeyî yên venegerin bajarên ku navnîşan û navê wan lê tomarkirî ye û li Stenbolê bên girtin dê werin cezakirin.

Parêzgeriya Stenbolê 28ê Tîrmehê hişyarî dabû û gotibû Sûriyeyiyên ku navê wan li bajarekî din e lê niha di çarçoveya parastinê de li Stenbolê dimînin divê heta 24ê Îlonê vegerin bajarên lê hatine tomarkirin.

Serokatiya Navenda Koçê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî 21ê Îlonê li ser penaberên Sûriyeyî yên ku li Stenbolê dimînin daxuyaniyek ragihandibû.

Wezaretê diyar kiribû ku Sûriyeyî yên li Stenbolê diman û navê wan ne li wî bajarî ye, tenê dikarin heta roja yekşemê li wî bajarî bimînin û ji wê rojê û pê ve eger li Stenbolê bên dîtin dê werin cezakirin.

Serokatiya Navenda Koçê gotibû, welatiyên Sûriyeyî yên ku heta 24ê Îlonê pêwîst e vegerin bajarên lê hatine tomarkirin, divê ji bo çûyînê serî li Rêveberiya Navenda Koçê ya Stenbolê bidin daku belgeya destûra rê wergirin.

Li gor daxuyaniyê, dema hatiye diyarkirin nayê dirêjkirin û îro bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst