Ji bo penaberên li Stanbolê hişyarî: Divê heta 24ê Îlnonê vegerin cihên xwe

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Îdareya Koçê ragihand ku divê penaberên Sûriyeyî yên navên wan li bajarekî din tomarkirî ne û li Stenbolê dijîn heta 24ê Îlonê vegerin wan bajarên ku lê tomarkirî ne.

Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê derbarê penaberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de ku li Stenbolê dijîn daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Îdareya Koçê bo vegera penaberên Sûriyeyî yên navên wan li bajarekî din tomarkirî ne û li Stenbolê dijîn dîrokek destnîşan kir.

Divê vegerin wan bajaran

Serokatiya Îdareya Koçê got:

“Koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de yên ku navên wan li derveyî Stenbolê tomarkirî ne û niha li Stenbolê dijîn divê heta 24ê Îlona 2023an vegerin bajarê ku navên wan lê tomarkirî ne.”

Serokatiya Îdareya Koçê ji koçberan dixwaze ku heta 24ê Îlonê serî li Rêveberiya Îdareya Koçê ya Stenbolê bidin û ji bo vegerê “Belgeya Destûrê ya Rê” wergirin.

Ev biryar, koçberên ku ji herêmên erdhejê ji neçarî çûne Stenbolê li xwe nagire û dê destûr bo wan bê dayîn ku heta biryareke din li Stenbolê bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst