Hevpeymaniya Ked û Azadiyê li Stenbolê nexşerêyeke nû radighîne

24-09-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Başûrê Kurdistanê Rêyên Taybet Hevpeymaniya Ked û Azadiyê HDP Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di çarçoveya Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de ligel 5 partiyên çep ên Tirkiyê dicive û biryar e derbarê hilbijartinên sala 2023ê de nexşerêyeke wê hevpeymaniyê bê diyarkirin.

Bi pêşengiya HDPê îro 24ê Îlonê Partiya Azadî û Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) û Partiya Kedê (EMEP) li navenda kongreyê ya Halîçê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê dicivin.

Her 6 partî di çarçoveya Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de civîna xwe pêktînin û biryar e hejmareke zêde ya endam û alîgirên wan partiyan ligel serok û hevserokên wan di civîna îro amade bin.

Endamên rêxistinên wan partiyan demeke amadekarî bo wê civînê dikirin û ji bo beşdariyeke zêde ya xelkê li seranserî Stenbolê belavok belav dikirin. Biryar e di civîna îro ya Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de nexşerêyeke hilbijartinên Hezîrana 2023ê yên Tirkiyê jî bê diyarkirin.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî ye û 25ê Tebaxa 2022ê bi pêşengiya HDPê bo hilbijartinên giştî yên 2023ê hatiye avakirin. Bi vê jî ligel Hevpeymaniya Cumhur û Maseya 6 Partiyên Opozîsyonê ya hevahengiyê dibe 3emîn hevpeymanî di hilbijartinên bên yên Tirkiyê de. Ji ber vê yekê jî serokên partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê xwe wek “Rêya Sêyem” jî binav dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst