Eşkerekirina mûçeyê kêmane bû sedema nerazîbûna partiyên opozîsyonê

23-12-2022
Zînê Cahîde Akgul
Eşkerekirina mûçeyê kêmane bû sedema nerazîbûna partiyên opozîsyonê
Eşkerekirina mûçeyê kêmane bû sedema nerazîbûna partiyên opozîsyonê
Nîşan Mûçeyê Kêmane Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan ragihand: Mûçeyê herî kêm bo sala 2023ê 8 hezar û 500 lîre ye. Piştî ku Erdogan mûçeya herî kêm destnîşan kir, partiyên opozîsyona Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin zêdebûna mûçeyê herî kêm ne dadperwerane ye. Serokwekîlê HDPê dibêje, ev mûçeyê herî kêm dê herî dereng di nav 4 mehan de bihele. Serokê Partiya DEVA Ali Babacan jî got enflasyon nezîkî %200 zêde bûye, divê li gorî wê rêjeyê mûçeyê herî kêm bê zêdekirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Mûçeyê kêmane yê safî bo sala 2023an 8 hezar û 500 lîre ye. Me di navbera xwe de li hev kir. Barê mûçeyê kêmane çawa dikeve ser milê xwediyê kar, dikeve ser mile me jî. Me li gor wê gav avêtin. Mûçeyê kêmane li gor meha Çileyê ya sala par %94 e û li gor meha Temûzê %50 hatiye zêdekirin. Li gor salane jî ji %70yî zêdetir e.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Pêncşemê 22ê Kanûna 2022an bêyî beşdariya nûnerên kedkaran mûçeyê herî kêm bo sala 2023ê eşkere kir lê rêjeya hatiye diyarkirin bû sedema nerazîbûnê.

Piştî eşkerekirina Erdogan partiyên opozîsyona Tirkiyê nerazîbûna xwe pêşan dan û gotin zêdebûna mûçeyê herî kêm ne dadmend e.

Serokwekîlê HDPê Saruhan Oluç anî ziman, “Ev mûçeyê herî kêm dê herî dereng di nav 4 mehan de bihele û biçe. Wate beriya hilbijartinan dê bihele. Ev zêdebûn di berîka welatiyan de namîne. Wê demê desthilat neçar e yan careke din zêde bike an jî bi piştî hilbijartinê dê soza zêdekirinê bidin welatiyan. Lê êdî xelk dizane ku sozên wan vala ne.”

Mûçeyê herî kêm sale du car û li gor rêjeya enflasyonê tê zêdekirin. Ligel ku li gor Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona salane %84.39 e û  Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) dibêje, rêjeya enflasyona salane gihiştiye %170.70, lê zêdebûna dihat çaverêkirin nehat kirin.

Serokê Partiya DEVA Ali Babacan got, “Weke mizgîniyekê gotin me %99 zêde kiriye. Hemû kes dizanin ku li vî welatî rêjeya enflasyonê derketiye nezîka %200. Kesên ku diçin bazarê, kesên ku faturayên gaza xwezayî û elektrîkê didin baş dizanin rêjeya enflasyênê gehiştiye %200. Em got divê li gor vê rêjeyê mûçeyê herî kêm bê zêdekirin lê we ev yek nekir. Şibandina Erdogan ya xelkê wek barekî li piştê, nayê qebûlkirin.”

Mûçeyê kêmane li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 5 hezar û 500 lîre bû û nûnerên karkeran ji ber enflasyona zêde daxwaza 9 hezar lîre kiribûn û ragihandibûn, eger ji 9 hezar lîreyî kêmtir be razî nabin û girêbestê îmze nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst