Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Emînî porê xwe kur kirin

23-09-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Selçuk Mizrakli HDP Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê  Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Selçuk Mizrakli ku li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ne, weke karvedan li beramber kuştina keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve porê xwe qusandin û kur kirin.

Karvedanên li ser kuştina keça Kurd a ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsên  Exlaqê yên Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû kuştin ji bilî Rojhilatê Kurdistan û Îranê li seranserî Kurdistanê û cîhanê jî berdewam in.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê şaredariya Amedê yê HDPê Adnan Selçuk Mizrakli jî ji girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi kurkirina porên xwe karvedan nîşanî hêzên ewlekariya Îranê dan.

Îro 23ê Îlona 2022an li Dadgeha Stenbolê dozeke Selahattîn Demîrtaş a bi hinceta sivikatîkirina bi serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu birêve çû. Demîrtaş bi rêya sîstema deng û reng (SEGBÎS) beşdarî dozê bû.

Di dozê de hate dîtin ku Selahattîn Demîrtaş porê xwe kur kiriye.

Hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe medyaya civakî   nameyeke hevserokê berê yê HDPê belav kir û ragihand ku Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçuk Mizrakli   weke bertek li beramber kuştina Jîna Emînî porê xwe kur kirine.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş di nameya xwe ya ku ji girtîgehê şandiye de sersaxî ji malbata Jîna Emînî û merivên wê û gelê Kurd re xwestiye û banga piştevanî û hevgirtinê bo xwepêşanderên li dijî kuştina Jîna Emînî dike.  

Demîrtaş got, “Em êşa Mehsa Emînî ya ku ji ber derketina tayeke porê wê ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatiye kuştin, di kûrahiya dilê xwe de hest dikin. Berxwedana li beramber zext û guvaşê ne tenê berpirsyariya jinan e. Weke piştevanî bo ew jinên ku li Îranê, ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin, min û hevalê xwe yê girtîgehê Dr. Selçuk Mizrakli me porê xwe kur kir. Hemû sîstemên zilm û zordariyê dê zû an dereng li hember berxwedana gel têk biçin. Silav bo yên ku li ber xwe didin.”

Hevserokê Berê yê HDPê Selahhattîn Demirtaş, ji Mijdara 2016an li Girtîgeha Edîrneyê bi hincetên siyasî  girtî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst