Êrişa li avahiya HUDA-PARê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hat qeydkirin

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema êrîşa li Serokatiya Şaxa Edeneyê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku tê Sekreterê Bajêr ê partiyê Sacît Pîşgîn canê xwe ji dest da û Serokê Bajêr Salîh Demîr jî birîndar bû ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hat qeydkirin.

Li Serokatiya Şaxa Edeneyê ya HUDA-PARê ya Taxa Turkocagi ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê kesê bi navê A.S. yê 72 salî êrîşî Salih Demir û Sacit Pişgin kir.

Salîh Demîr û Sacit Pişgin ên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê.

Sacît Pîşgîn tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest da.

Her wiha A.S. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hat ragihandin ku Demîrê ku ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê hat şandin, dermankirina wî li wê derê berdewam dike.

Di vê navberê de kêliya êrîşê ji kamerayên ewlehiyê ya partiyê hat qeydkirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku piştî erîşê Demir û Pişgin xwe davêjin beşa jinan a avahiya partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst