Li Stenbolê şofêrekî li jineke geştiyar a biyanî da

23-07-2023
Nîşan Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê şofêrekî taksiyê li naverasta kolanê li jineke geştyar a biyanî da û dev û bêvila wê di nav xwînê de hiştin. Piştî ew dîmen li ser tora civakî belav bûn şofêr ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

Li gor agahiyan 20ê Temûzê 2023an di demjimêr 5:45an de şofêrê bi navê A.K li navçeya Beyogluyê li jineke geştyar a biyanî daye. Dîmenên dema lêdanê li ser toraa civakî belav bûn û bû sedema nerazîbûnan.

Di encama lêkolîna ku ji aliyê Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de şofêr hat desteserkirin.

Şofêr di îfadeya xwe de gotiye, ji ber pereyên hûr di navbera wî û jina geştyar de gotegot çêbûye û jina geştyar dijûn jê re dane û bi wî awayî ew bûyer çêbûye. Lêpirsîna şofêr berdewam e û belgeya kar jê hat wergirtin.

Dîmenên dema ew şofêr li jina geştyar a biyanî dide ji aliyê welatiyekî ve bi telefonê û ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatine tomarkirin. Jina geştiyar ji ber wî direve lê ew pey dikeve û lê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst