RAPIRSÎ: Partiya sêyem guherî!

23-02-2024
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her ku hilbijartinên 31ê Adarê nêzîk dibin rêjeya dengên partiyan tê meraqkirin.

Di rapirsiyên dawiyê de jî rêjeya “bêrbiryaran” balê dikişîne.

Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a HBSyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên bêbiryaran ji sedî 10,9 e.

Ev rêje, rêjeya dengên 5 partiyan derbas dike û rêjeya “bêbiryar”an dikeve rêza sêyem.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an re, kompanyayên rapirsiyan yên li Tirkiyeyê bi berdewamî rapirsiyan dikin.

HBSyê jî îro encamên rapirsiya xwe ya derbarê rêjeya dengên partiyên siyasî de belav kirin.

Ew rapirsî bi 6 hezar û 100 kesî bi awayê rûbirû hatiye kirin.

Ji beşdaran hatiye pirsîn, “Eger yekşema bê hilbijartin çêbibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Li gorî encama rapirsiyê, rêjeyên dengên partiyan wiha ne:

- AK Partî: Ji sedî 32,8

- CHP: Ji sedî 21,6

- Bê Biryar: Ji sedî 10,9

- MHP: Ji sedî 9,8

- DEM Partî: Ji sedî 8,4

- ÎYÎ Partî: Ji sedî 7,2

- Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,7

- Partiya Zaferê: Ji sedî 2,6

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst