Grama zêr dîsa rekor tomar kir

17-11-2023
Nîşan Zêr Rekor Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bihayê grama zêr îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihişt hezar û 846 lîreyan û rekoreke nû tomar kir.

Lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî her ku diçe bêqîmettir dibe.

Dolar, euro û zêr jî roj bi roj li hemberî lîreyê Tirkî biqîmet dibin.

Bi taybetî rojên dawiyê zêr jî her ku diçe biha dibe.

Grama zêr îro li bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derket hezar û 846 lîreyan.

Heta îro zêr ti deman ewqasî biha nebûbû.

Serê sibehê dema bazar vebûn bihayê grameke zêr hezar û 825 lîre bû lê piştre derket hezar û 846 lîreyan û rekora nû tomar kir.

Derdora nîvro jî grama zêr daket hezar û 834 lîreyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst