CPJ: Divê hemû rojnamevanên ji ber karê xwe hatine girtin, bên berdan

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan CPJ Tirkiye Rojnamevanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand, divê Tirkiyê hemû rojnamevanên ji ber karê xwe hatine girtin, berde.

Îdianameya Serdozgêriya Enqereyê ya derbarê rojnamevanên Kurd Diren Yurtsever, Berivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Habube Eren, Ozgur Deger, Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan amade kir, ji aliyê Dadgeha Enqerê ve hat qebûlkirin.

Piştî qebûlkirina îdianameya 10 rojnamevanên Kurd ji aliyê dadgehê ve, CPJ bang li Tirkiyê kir xebatkarên medyayê bi “terorîzmê“ sûcdar neke û wan serbest berde.

Rêveberê Bernameyên CPJyê yê New Yorkê Carlos Martînez de la Serna ragihand: “Divê berpirs van tawanbarkirinan betal bikin. Hemû rojnamevanên ku ji ber bi karê xwe hatine girtin, serbest berdin û rojnamevaniyê bi terorîzmê tohmetbar nekin.“ 

10 rojnamevanên Kurd meha Mijdara 2022ê hatibûn desteserkirin. Ji bilî Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan, 8 rojnamevan bi awayekî girtî têne darizandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst