Garo Paylan: Li cihê deyn em burs bidin xwendekaran

23-02-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Garo Paylan Xwendekar Burs KYK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Amedê Garo Paylan ji Parlamentoya Tirkiye daxwaz kir ku li cihê xwendekarên zanîngehê deyndar bihêlin bursa xwendinê ji wan re dabîn bikin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê li Parlamentoya Tirkiye civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand ku pêşniyarbiryarek derbarê rewşa debara jiyana xwendekarên zanîngehê de amade kirine û dê pêşkêşî parlamentoyê bikin.

Paylan dibêje “Jiyana xwendekarên me bi deynan destpê dike. Saziya Beşê Navxwe û Krediyan bi deyn pereyan dide xwendekaran. Bi milyonan xwendekarên ku rewşa aborî ya malbatên wan xirab e hene û ew ji neçarî vî pereyî werdigrin. Lê ev sazî van pereyan bi faîz dide wan. Xwendekar nikarin vî deynî bidin û ev bo wan bûye kabûsek.”

Parlamenterê HDPê eşkere kir ku heta niha 6 milyon ciwan li Tirkiye û Bakurê Kurdistan deyndarê Saziya Beşê Navxwe û Krêdiyan e û got: "Ev xwendekar piştî ku xwendina xwe diqedînin jî bi muçeyê kêmanî kar dikin. Herwiha heta niha 400 kesan ji ber nekarîne vî deynî bidin dijî wan proseya yasayî hatiye despêkirin."

Paylan axavtina xwe wiha berdewam kir “Wek HDP em daxwaz dikin li cihê deynan, burs bo xwendekaran bê dayîn. Li ser vê bingehê me pêşniyarbiryarek amade kiriye. Em daxwaz dikin ku ew deynên heta niha wek penceşêrê lê hatiye bi temamî bên betal kirin. Eger çavkaniyên ku bo 5 karsazên nêzîkê wan hatine dabîn kirin bên rawestandin, wê deynê 6 milyon ciwanan ê Saziya Beşê Navxwe û Krêdiyan, bê dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst