Li Stenbolê 9 otomobîl hatin şikandin û şewitandin

23-02-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taxa Fatîhê ya Stenbolê, 9 otomobîlên parkkirî ji aliyê 4 kesên nenaskirî ve hatin şikandin û şewitandin. Dema agir bi otomobîlan ket teqîn çêbû û welatî ji tirsa rijiyan ser kolanê.

Bûyer, demjimêr derdora 03.15 deqeyan li Taxa Fatîh Ayvansaray ser Cadeya Mumhane qewimî.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, 9 otomobîlên parkkirî ji aliyê 4 kesên bi maske yên nenaskirî ve hatin şikandin û şewitandin. Dema agir bi otomobîlan ket, kesên gumanbar ji cihê bûyerê dûrketin. Di vê navberê de du kesên bi otomobîlê di kolanê re derbas dibûn, welatî şiyar kirin û bi otomobîla xwe pey wan kesan ketin.

Lê kesên bi maske nehatin girtin. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirustî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Welatî jî ligel zarokên xwe ji tirsa derketin nav kolanê. Tîmên agirvemirandinê ji ku hewl dan agir vemirînin, agirê bi otomobîlan ketibû gurtir bû.

Di vê navberê de welatiyekî dema dît agir bi otomobîlê dikeve, ket nav otomobîlê. Welatiyê ku guhê xwe neda agir û teqînê, ji mirinê rizgar bû û hat derxistin. Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê 9 otomobîl bi tevahî têk çûn. Hewldanên girtina gumanbaran berdewam in û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst