Nîqaşên li ser sîstema 50+1ê nakokiyên di navbera AK Partî û MHPyê de xistine rojevê

22-11-2023
Ferdî Sak
Nîqaşên li ser sîstema 50+1ê nakokiyên di navbera AK Partî û MHPyê de xistine rojevê
Nîqaşên li ser sîstema 50+1ê nakokiyên di navbera AK Partî û MHPyê de xistine rojevê
Nîşan AK Partî MHP Nakokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê di vegera serdana xwe ya ji Almanyayê de nîqaşeke nû di nav siyasata Tirkiyeyê de belav kir.

Ew nîqaş jî daxwaza vegera ji sîstema 50 kom 1ê ya Hilbijartina Serokkomariyê ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Guherîna sîstema 50+1ê dê biryareke di cih de be.

Eger em derbasî rêbaza hilbijartina berbijêrê ku piraniya dengan bi dest xistiye bibin, dê hilbijartinên Serokkomariyê bileztir bibin.

Ev yek mijûl nake û ber bi rêyên xelet ve jî nabe.”

Piştî van gotinên Erdogan çav li helwêsta Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bûn ku ji destpêkê ve sîstema 50+1ê diparêz e.

Bahcelî roja sêşemê ragihand ku sîstema 50+1 bingeha sîstema hikûmeta serokkomariyê ye û deriyên partiya xwe ji bo vegera wê sîstemê girtin.

“Em serokkomar hildibêjirin ku nûnertiya hemû komarê dike”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got:

“Baldar bin. Em parlamenteran hilnabijêrin. Em şaredar û muxtaran hilnabijêrin. Em serokkomar hildibêjirin ku nûnertiya hemû komarê dike.

Wek Partiya Tevgera Netewperest me duh çi gotibe em îro jî li ser heman xet û nerînê ne.”

CHP jî dibêje sîstema hilbijartinê çiqas bê guhertin jî ew daxwaza Erdogan a guhertina destûra bingehîn erê nakin.

Serokê CHPê Ozgur Ozel li ser nîqaşan anî ziman:

“Birêz Erdogan tu dê çi biguherî ez nizanim. Tu sîstemê diguherî, şirîk diguherî, hevpeymaniyê diguherî yan jî weke teşqeleya ku te li rehmetî Erbakan kiriye gomlek diguherî.

Tu çi diguherî biguhere lê piştrast be tu bi me re destûrê naguherî.”

Nîqaşên li ser  guherîna sîstema hilbijartinên serokkomariyê îdiayên hebûna nakokiyan di navbera AK Partî û hevpeymana wê de jî xistine rojevê.

“MHPyê wek barekî dibîne”

Berdevkê CHPê Deniz Yucel got:

“Eşkere ye ku di nav hevpeymaniya Cumhur de krîzeke cidî heye.

Em dibînin ku êdî pêwîstiya AK Partiyê bi MHPyê nemaye û ji wê zedetir MHPyê li ser pişta xwe wek barekî dibîne.”

Hevserokê HEDEPê jî roja sêşemê ji parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî nîqaşa AK Partî û MHPyê bû.

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî li ser mijarê axivî û got:

“Diyar e yek ji sedemên aciziya şirîkê biçûk ew e ku wiha difikire dema dest ji sîstema 50 kom yekê bê berdan êdî girîngiya wê ya caran namîne.

Ka em binêrin dê hîn çi nakokî û şerên din di navbera wan de derkevin.”

Bahçelî red dike ku ti nakokiyek di navbera partiya wî û AK Partiyê de hebe.

“Me kesek jî li pişta xwe siwar nekiriye”

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî anî ziman:

“Hinek astengdarên mêjî û wijdanê nivîsan dinivîsîn ku Erdogan dê Bahçelî ji pişta xwe biavêje an na.

Herwiha behsa wê dikin ku di navbera AK Partî û MHPyê de pirsgirêk hene û bi vê yekê qada fitneyê vedikin.

Ev hewldan û ravekirinên nemerdane ne. Em di jiyana xwe ya siyasî de, li pişta ti kesî siwar nebûne. Herwiha me kesek jî li pişta xwe siwar nekiriye.”

Sîstema 50+1ê dengan ku niha rojeva sereke ya siyaseta Tirkiyeyê ye, cara yekem di hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2014an de hat bikaranîn û Recep Tayyîp Erdogan di gera yekem de bi rêjeya ji sedî 51.79ê dengan bû Serokkomarê Tirkiyeyê.

Niha ew bixwe dixwaze ew sîstem nemîne û kesê piraniya dengan bi dest bixe yekser bibe Serokkomar û pêdivî bi gera dûyem nebe.

Beşek ji opozîsyonê jî sedema daxwaza vê guherînê bi kêmbûna dengên Erdogan ve girê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst