RAPIRSÎ – Kîjan partî li pêş e?

18-06-2024
Nîşan Rapirsî Hilbijartin DEM Partî CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya ORCyê, Partiya Gel a Komarî (CHP) bi rêjeya ji sedî 33,2yan partiya yekem.

AK Partî bi rêjeya ji sedî 30,6an partiya duyem e, MHP bi rêjeya ji sedî 10,9an sêyem e û DEM Partî bi rêjeya ji sedî 9,7an çarem e.

Kompanya Lêkolînan a ORCyê encamên rapirsiya xwe parve kirin ku di navbera 10-14ê Hezîranê de bi beşdariya 5 hezar û 620 kesî kiribû.

Li gor rapirsiyê; CHP, MHP, DEM Partî û Partiya Yenîden Refahê li gorî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan dengên xwe zêde kirine û dengên AK Partî û ÎYÎ Partiyê jî kêm bûne.

Li gor rapirsiyê rêjeyên dengên partiyan wiha ne:

CHP: Ji sedî 33,2

AK Partî: Ji sedî 30,6

MHP: Ji sedî 10,9

DEM Partî: Ji sedî 9,7

Yenîden Refah: Ji sedî 5,8

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,2

Partiya Zafer: Ji sedî 3,2

Yên din: Ji sedî 2,4

Dîsa li gorî rapirsiyê, ji sedî 45,9ê beşdaran gotiye divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û ji sedî 39,1ê wan jî gotiye pêwîst nake hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst