Li Edenê pevçûna çekdarî derket

22-08-2019
RÛDAW
Nîşan Edene Tirkiye Pevçûna çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê, pevçûneke çekdarî derket û li gor zanyariyên destpêkê, di encama bûyerê de 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar e.

 

Bûyer îro derdora saet 10:30 an li Taxa Koprulu ya Edeneyê çê bû.

 

Li gor zanyariyan, kesekî nenas li cadeyê bi demançeyê teqe li 3 kesên li pêşiya xwe û kesekî din ku siwarê motosîklêtê bû, kir û di encama bûyerê de, 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

 

 


Nasnameya kesên ku jiyana xwe ji dest dane, hatiye aşkerekirin û li gor agahiyan, Necmettin Şahinoglu, Hayati Ozkaya û Okan Develî li cihê bûyerê mirine.

 

Hêj sedema teqekirina wî kesê nenas li wan kesên din nehatiye zanîn.

 

Hêzên polîs di derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin, lê kesê ku teqe kiriye, hêj nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst