Enqere: 19 endam û berpirsên HDPê hatin desteserkirin

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Enqere Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke hevdem a hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de ku navenda wê bajarê Enqerê bû û li pênc parêzgehan hat kirin, 19 endam û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin.

Operasyon serê sibeha îro Duşemê 22 Gulana 2023an li ser fermana Dozgerê Giştî yê Enqerê hat kirin ku di çarçoveya lêpirsînên derbarê şahiyên Newroza îsal de bi tohmeta propagandekirina PKK/KCKê biryara desteserkirina 19 kesan dabû.

Hêzên ewklekariyê yên Tirkiyê berê sibehê bi ser çendîn navnîşanan de girtin û 19 kes desteserkirin. Di nav desteserkiriyan de ligel Endama Encûmena Navendî ya HDPê Bedriye Irmak, Nebahat Çalpal, Halil Guzel, Barış Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahit Gumuş, Mehmet Ustundag, Yasin Bahçivan, Samet Ayataç, Ramazan Aggoz û Kadir Aytaç hene.

Her 19 kesên desteserkirî ku endam û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in, li Rêveberiya Giştî ya Polîsên Enqerê lêpirsîn ligel wan tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst