Teyit: Ew wêne ne yê Abdullah Ocalan û Kemal Kiliçdaroglu ye

22-04-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malpera sererastkirinê Teyit.org diyar kir ku wêneyê Berbijêrê Serokomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan montaj e û wêneyê orjînal ê Cemîl Bayik û Ocalan e.

Hat îdiakirin ku wêneyê ku li ser medyaya civakî hat parvekirin Kemal Kiliçdaroglu û Abdullah Ocalan li kêleka hev nîşan dide. Li ser wêneyê hevoka “Kiliçdaroglu û Ocalan 1977” hatiye nivîsndin.

Platforma sererastkirinê Teyitê diyar kir ku di lêkolîna xwe ya li ser wêneyê de, ji gelek çavkaniyan gihîştiye orîjînala wêneyê, diyar kir ku di wêneyê orjînal dê ku sala 2013'an de di rojnameya Akşamê de hatiye weşandin de Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Abdullah Ocalan cih digrin.

Teyit di derbarê sererastkirina wêne de wiha dibêje:

“Heman wêne di sala 2015an de di gotareke rojnameya Welt a Almanî de tê dîtin.

Em dibînin ku heman wêne di rêze vîdyoyên bi navê 'Dîroka ji Agir Dîroka PKKê' de ku bi Kurdî li ser YouTubeê hatiye weşandin de hatiye bikaranîn. Lêbelê, di tevahiya rêze vîdyoyê de derbarê ku wêne  li ku û kengê hatî kişandin de agahdarî tune.

Dema em li wêneyê lêkolîn dikin, tê fêmkirin ku li şûna Cemîl Bayik wêneyê Kemal Kiliçdaroglû hatiye montajkirin.

Dema ku em di Google de bi gotina 'Kemal Kiliçdaroglu 1977' ku di îdîanameyê de hatiye gotin digerin, em wêneyên ciwaniya Kemal Kiliçdaroglû dibînin. Wêne di sala 2013an de di medyayê de hatin weşandin.

Di wêneyê de Kiliçdaroglu bi keçikek di hembêza xwe poz dide. Porê Kiliçdaroglu, bişirîn û berçvka Kiliçdaroglû mîna wêneyê montajkirî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst