Enflasyon her ku diçe bilindtir dibe: ‘Birîna civakê kûr e!’

22-03-2024
RÛDAW
Enflasyon her ku diçe bilindtir dibe: ‘Birîna civakê kûr e!’
Enflasyon her ku diçe bilindtir dibe: ‘Birîna civakê kûr e!’
Nîşan Remezan Tirkiye Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qada Emînonuyê ya Stenbolê ye, konê Remezanê hat danîn û xwarin bê pere pêşkêşî kesên bi rojî tê kirin.

Tevî ku roj jî diçe ava hejmarek welatî li qadê ji bo ku fitara xwe vekin ketine doreke dirêj.

Ji ber bilindbûna enflasyonê û bihabûna nirxan piraniya xelkê hêza wan a amadekirina xwarina fitarê nemaye û berê xwe didin wan konan ku ji aliyê şaredariyan ve hatine danîn.

Malnişîn Huseyin Ozcan got:

“Dema mirov pereyê malnişîniyê werdigire difikire, ji xwe rewşa vê derê diyar dike. Eger tu dê fitara xwe bikî xwarina paşîvê jî heye.

Dema mirov hesab bike divê tiştên din jî hebin lê budce têrê nake. Ev cih berê ewqasî ne qerebalix bû lê îro nêzîkî 2 hezar kesî heye.”

“Birîna civakê kûr e”

Li gorî amarên fermî meha sibatê rêjeya enflasyonê li Tirkiyeyê derketiye ji sedî 67an.

Bilindbûna enflasyonê bandorê li nirxên berhemên xwirekê kiriye.

Wekî mînak kîloyek goştê mîhan bûye 13 dolar û di Remezanê de xwarina fitarê ya beşekî zêde yê xelkê bê goşt e.

Herwiha kîloyek xurme di salekê de ji 80 lîreyan derketiye 230 lîreyî ku dike 7 dolaran.

Malnişîn Haci Hakalmaz jî da zanîn:

“Heger em behsa nirxan bikin, Tirkiye dişewite. Nirxan nepirsin lê em bi awayekî şexsî niha dilxweş in.

Kêfxweşin ku hatine vê derê lê birîna civakê kûr e.”

Tirkiye di çend salan de ji ber zêdebûna nirx û daketina lîreyê Tirkî di rewşeke xirab de ye.

Her çiqasî zêdekirina mûçeyê kêmane û yê malnîşînan ji bo qerebûkirina enflasyonê berdewam e jî lê bilindbûna nirxan hîn jî mijareke girîng e pêş hilbijartinên şaredariyan ku dê 31ê Adarê de werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst