Dengdêrên DEM Partiyê ji bo diyarkirina berbijêran diçin ser sindoqan

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Berbijêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo dengdana navxwe ya diyarkirina berbijêrên Şaredariyên Bajarên Mezin vîdeoyek belav kir.

DEM Partiyê ragihand ku li 90 navendên dengdanê herî kêm 100 hezar dengdêr û delegeyên partiyê diçin ser sindoqan û berbijêran diyar dikin.

DEM Partiyê biryar da berbijêrên xwe yên şaredariyan li gorî encamên dengdaneke navxweyî ya di nav dengdêr û delegeyên xwe de diyar bike.

Dengdan dê di navbera 13-14ê Kanûna Paşîn de were kirin.

DEM Partiyê roja çarşemê derbarê dengdanê de vîdeoyeke bi Kurdî belav kir.

DEM Partiyê ragihand ji bo wê dengdanê derdora 90 cihî sindoq tên danîn û ji çînên cuda yên civakê  herî kêm 100 hezar kes diçin ser sindoqan û ji bo diyarkirina berbijêrên Şaredariyên Bajarên Mezin dengê xwe didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst