Dadgeha Destûrê ji bo Can Atalay biryareke nû da

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê Can Atalay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê cara duyem biryar da ku mafê Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê yê girtî Can Atalay hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ji bo dosyeya Parlamenterê Hatayê yê TÎPê Can Atalay berê di meha Çiriya Pêşîna 2023yan de li hemberî 5 dengên na, bi 9 dengên belê biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin.

Dadgehê îro jî jî li hemberî 3 dengên na bi 11 dengên belê dîsa biryar da ku mafê Can Atalay hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn ku 15 endamên xwe hene û serok deng nade, bi piraniya dengan biryar da ku mafê Can Atalay ê hilbijartin û azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin.

Herwiha Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê biryar girt ku Dadgeha Bilind a Tirkiyê 100 hezar lîreyên Tirkî wekî qerebû bide Can Atalay.

Piştî biryara yekem ya Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Can Atalay de, Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ragihandibû ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryara xwe ya li ser parlamenterê girtî yê TÎPê hiqûqê ber bi kaosê ve dibe û ev yek bibû sedema aloziyan. Li parlementoya Tirkiyeyê jî ev yek bûbû sedema karvedanan.

Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ji Doza Parka Geziyê girtî ye û 18 sal ceza lê hatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst