Erdogan: Em dê sibe mûçeyê kêmane eşkere bikin

21-12-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Mûçeyê Kêmane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku bi egereke zêde dê sibe mûçeyê kêmane bo sala 2023ê eşkere bikin.

Ji bo eşkerekirina mûçeyê kêmane civînên hikûmeta Tirkiyê û nûnerên karkeran berdewam in û biryar bû doh 20ê Kanûna 2022ê mûçeyê kêmane bo sala 2023an eşkere bibe, lê ji ber her du aliyan li hev nekir mûçeyê kêmane nehat eşkerekirin.

Civîna Sêyemîn a Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane doh roja Sêşemê 20ê Kanûna 2022ê demjimêr 14:00 li Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî hat sazkirin. Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyê Vedat Bilgin ragihandibû ku hêviya wî heye di civîna roja Sêşemê de li hev bikin û mûçeyê kêmane bê eşkerekirin. Dihat çaverêkirin mûçeyê kêmane yê bo 6 mehên destpêkê yên sala 2023an ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bê eşkerekirin. Lê ji ber hikûmet û saziyên karkeran li ser mûçeyê nû li hev nekirin, mûçeyê kêmane nehat diyarkirin.

Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (TURK-ÎŞ) Ergun Atalay ragihand, ku wan bi fermî ji hikûmetê daxwaza 9 hezar lîreyan kirine û eger pêşniyara wan neyê qebûlkirin dê girêbestê îmze nekin. Di demekê de mûçeyê kêmane niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 hezar û 500 lîre ye.

Recep Tayyip Erdogan îro 21ê Kanûnê li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de ragihand ku bi egereke zêde sibe 22ê Kanûnê mûçeyê kêmane eşkere dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “Di demên dawî de me ji hesabkirina mafên fermanberan û tayînkirina fermanberên bi girêbest gelek mijar çareser kirin. Em dê ji mûçeyê kêmane heta sererastkirina xanenîşînbûnê û mijarên din ên di rojeva me de di demeke nêzîk de çareser bikin. Bi egereke mezin em dê îro bi wezîrê xwe re biaxifin û sibe mûçeyê kêmane eşkere bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst