Karkerên Kurd li bajarên Tirkiyê jiyaneke zehmet derbas dikin

21-08-2022
RÛDAW
AA
AA
Nîşan Ordu Karkerên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşeke zêde ya wna karkeran ji bakurê Kurdistanê ve diçin navçeyên Deryaya Reş. 15 hezar karker ji bo komkirina Bindeqan çûne ku rojane ji bo bidestxisitna 15-18 dolaran kar dikin.

Di nav karkeran de, jin û zarok hene. Rewşa wan zehmettir e. Zarok dikevin bi bandora keşûhewaya Derya Reş ku hewaya wê sar û her tim barane, zû zû nexweş dikevin. Jin jî ji bilî karkeriyê, karên nav malê jî dikin.

Karkerên ji Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Orduyê ya Tirkiyê karên zehmet dikin. Karkerên Kurd ku ji bo komkirina bindeqan çûne herêma Derya Reş, di nav şert û mercên zehmet de di bin konan de dijîn.

15 hezar karkerên ji bo debara jiyanê ji Bakurê Kurdistanê çûne Orduyê, rojane ji bo 250-300 lîre ku dike 15-18 dolar ji sibê heta êvarî di baxçeyên bindeqan de dixebitin.

Karkerê demsalî Sinan Avci got, “Em ji bo berhevkirina bindeqan hatin. Rewşa bindeqan îsal dîsa baş e. Me hinekî dereng destpê kir, eger me zû destpê kiriba baştir bû. Li pirsgirêk hene, em ji ber baranê nikarin bixebitin.”

Rewşa herî zehmet a jin û zarokan e. Jin hem wek karker dixebitin û hem jî karûbarên malê dikin. Zarok jî li cihekî weke Derya Reş ku berdewam baran dibare, keşûhewaya sar zêde bandorê li wan dike û herwiha ji ber malbatên wan salane 6 mehan wek koçber welat bi welat digerin, ji perwerdeyê jî bêpar dimînin.

Karker Dogan Aslan anî ziman, “Em li Erzînganê eşêfa pincara şekir dikin. Em paşê diçin Elbîstana Mereşê nok berhev dikin. Piştre bo qeysiyan diçin Meletiyê. Piştî qeysiyan jî em têne vêderê.”

Her sal bi sedhezaran karkerên demsalî ji bajarên Riha, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Xarpêt, Êlih û çendîn bajarên din ên Bakurê Kurdistanê diçin bajarên Tirkiyê û nêzîkî 4 mehan di karên çandinî û baxçeyan dixebitin. Karkerên Kurd tevî ku gelek caran rûbirûyê êrîşên nîjadperest jî dibin, ji neçarî careke din diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst