Ji pizîşkê bûye sedema mirina Kubra Boyraz re 9 sal cezayê girtîgehê hat xwestin

21-06-2023
RÛDAW
Ji pizîşkê bûye sedema mirna Kubra Boyraz 9 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Ji pizîşkê bûye sedema mirna Kubra Boyraz 9 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Nîşan Kubra Boyraz Solmazgul Botoks Oner Ozsoyerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daxwaza 9 salan cezayê girtinê ji bo pizîşkê Kubra Boyraz Solmazgul tê kirin ku ji ber neştergeriya ciwankariyê jiyana xwe ji dest da. 

Kubra Boyraz Solmazgul a 38 salî, li navenda bedewiyê ya ku li xaniyek li Beylikduzuyê ye, lingên xwe botoks kirin. Kubra ku dema vegeriya malê rewşa wê xerabtir bû û malbataê wê bir nexweşxaneya lê ji tevî midexaleya bijîşkî jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Kubra, der barê pizîşkê wê Oner Ozsoyerî û kes li ber destî wî kar dikir Erdal Dogru û 2 karmanendên navenda tenduristiyê de doz hat vekirin.

Li 13mîn Dadgeha Eslî ya li Buyukçekmeceyê danîşa dozê birêve çû.

Li gorî rapora ku hatiye xwendin, ev neştrgerî li cem pizîşkê bi navê Oner Ozsoyer hatiye encamdan û ev silîkona haitye danîn çûye di nav demarên wê nexweşê de û jiyana xwe ji dest daye

Malbata wê jî dibêje piştî neştergeriyê keçe wan hest bi pirsgirêkekê kiriye û piştre çûye cem pizîşik, tendirustya wê têk çûye û jiyana xwe ji dest daye.

Dadgeha daxwaza 2 heta 9 salan cezayê zîndanê bo wî pizîşkî dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst