Serdar Ortaç: Dêya min ez fêrî Kurdî dikirim, Xweda bela xwe bide min

21-05-2024
Nîşan Serdar Ortaç Ahmet Kaya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serdar Ortaçê ku sala 1999an çetel avêtibû Ahmet Kaya got, “Dêya min ji Rihayê yê, wê ez fêrî Kurdî dikirim. Me salên 1970yî nikarîbû bi Kurdî silav bida.”

Serdar Ortaç di hinek dîmenên ku li ser torên civakî belav bûne de diyar kir ku dêya wî ji Rihayê ye û ew fêrî Kurdî dikir.

“Xweda bela xwe bide min”

Serdar Ortaç dema behsa bûyera ku wan êrişî Ahmet Kaya kiribû hat kirin jî got, “Xweda bela xwe bide min.”

“Ev wêrektiyeke çawa ye!”

Ortaç anî zimên ku wî gelek caran ji bo bûyera Ahmet Kaya lêborîn xwestiye û got:

“Dema ew sal tê bîra min ez dixwazim xwe serjê bikim.

Ez 55 salî me, wê demê me nikarîbû bi Kurdî biaxivin.

Lê li rehmetî (Ahmet Kaya) binêrin. Ew derket û wî ev tişt kir.

Zanîbû ku dê were girtin lê dîsa jî kir. Ev wêrektiyeke çawa ye!

Muzîka wî gelekî xweş bû, Xweda bela xwe bide min.”

Çi bûbû?

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya û hevjîna wî Gulten Kaya sala 1999an beşdarî merasîmê xelatê ya Komeleya Rojnamegerên Magazînê bûbûn.

Ahmet Kaya li wê derê diyar kir ku ew dê kilameke bi Kurdî bibêje û jê re klîpekê amade bike.

Piştî van gotinên wî gelek kesên li holê heqaretên giran lê kiribûn û wan êrişî wî kiribû.

Serkêşê wan kesan Serdar Ortaç bû, Ortaç çetel avêtibûyê û li ser dikê sirûdeke nijadperest a Tirkan gotibû.

Herwiha gelek kesan kêr û çetel avêtibûn Ahmet Kaya û kêrek li serê Gulten Kayayê ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst