Akşener bo HUDA PARê: Behsa xwedî bo jinan were dîtin dikin, ma em heywan in?

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Meral Akşener HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener got: “HUDA PAR; daxwaza dike ku gotûbêj li ser guhertina Komarê û 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn werin kirin. Behsa xwedî bo jinan were dîtin dikin. Ma em heywan in? Ji bo ku Tirkiyeke ku ev hemû normal bibin çênebe, ez ji hemû dengderên me re dibêjim, binêrin, divê 2,5 milyon dengderî dengê xwe bidin birêz Kiliçdaroglu.”

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener îro Yekşemê 21ê Gulana 2023yan li Stenbolê dest bi xebatên bangeşeya gera duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya 28ê Gulanê kir.

Meral Akşener ligel endamên partiya xwe, serdana Taxa Yeşîlkoyê ya Bakirkoyê kir û ji welatiyan xwest ku dengê xwe bidin Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu.

Akşener li ser pirsa rojnamegeran a der barê HUDA PAR û Hîzbullahê de wiha got: “Em dê ji bo birêz Kemal dengan bixwazin. Ji kerema xwe li heval û xizmên xwe binêrin. Em behsa cihên ku koçber lê digerin dikin wek Mêrdîn, Trakya, Kocaelî yan jî Sakaryayê. Eger xizmên we yên ku di hilbijartina dawî de ji bilî birêz Kemal dengê xwe dabin keseke din, ez ji we daxwaz dikim ku hûn bi wan re biaxivin. Ji ber ku em dê careke din nekarin behsa sîstema parlamenteriyê bikin. Lewma divê em vê vê carê li Kemal Bey bidin qezenckirin. Me jiyanek jiya, qediya. Em deyndarê van zarokan in. Binêrin, dibêjin, 'Sûriyan bi ser vê derê de girtine'. Ez vê yekê ne di wateya dijminatiyê de dibêjim, lê gelo li welatekî 10 milyon koçber hebin dibe? Ji ber vê yekê ez ji we hemûyan lava dikim. Hûn bixebitin. Ez jî dixebitim. Hevalên me dixebitin.

daxwaza dike ku gotûbêj li ser guhertina Komarê û 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn werin kirin. Behsa xwedî ji bo jinan were dîtin dikin. Ma em heywan in? Ji bo ku Tirkiyeke ku ev hemû normal bibin çênebe, ez ji hemû dengderên me re dibêjim, binêrin, divê 2,5 milyon dengderî dengê xwe bidin birêz Kiliçdaroglu. Ji bo vê jî di serî de her jin, her ciwan divê bixebite. Yan hûn dê sibe cîhek jiyanê nebînin. Em dê dengê xwe bidin wî û ji bo guhertina vê sîstemê em dê hewl bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst