Parêzgariya Stenbolê derbarê çalakiya HDPê û Ferhat Encu de daxuyanî da

20-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Stenbolê ragihand ku li navçeya Kadikoyê di çalakiya ya HDPê ya li dijî êrişa polîsan a li hemberî Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu de 87 kes hatin desteserkirin.

Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ferhat Encu piştî ku ket ber êrişa polîsan, HDPê bi beşdariya hevserokên partiyê li navçeya Kadikoy a Stenbolê daxuyaniyekê bide, lê ew çalakî ji aiyê hêzên ewlehiyê ve hat astengkirin.

Parêzgariya Stenbolê derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji endamên partiyê yên ku xwestin li Kadikoyê êrişa li dijî Ferhat Encû protesto bikin 87 kes hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya parêzgariya Stenbolê de wiha teê gotin: “Li navçeya me Kadikoyê roja Yekşemê 18ê Kanûna 2022yan ji ber ku rê bi çalakiya bê destût a bi pêşengiya HDPê nehatibû dayîn,  îro (Duşemê), hevserokên HDPê  yên bajêr jî di nav de  87 kesên hatin ku hewl dan xwepêşandanê li dar bixin, hatin desteserkirin.”

Parêzgariya Stenbolê herwiha eşkere kir ku derbarê dîmenên derketine holê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Hevserokê Rêxistina HDPê ya Stenbolê Ferhat Encu piştî ku ket ber êrişa polîsan û doh bo cara duyem hatibû desteserkirin, piştî hat berdan li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir.

Ferhat Encu li ser twitterê xwe nivîsandiye: “Ez spasiya her kesî dikim ku ji duh ve hestên xwe yên piştgiriyê parve kirin. Mixabin du roj in ji ber ku ji aliyê faşîzmê ve hatim desteserkirin min nekarî bersiva peyamên we bidim. Em dê kêliyekê jî paşve gav navêjin. Em dê berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst