Levent Gultekîn heqaret li Kurdan kir: Bi hezaran bertek hatin!

20-10-2023
Nîşan Levent Gultekîn Kurd Heqaret Bertek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Leveng Gultekîn got, “Ku Kurd Kurdistana mezin xeyal dikin dê li Rojhilata Navîn bibin qirdikên Amerîka û Îsraîlê.”

Rojnameger Leveng Gultekîn beriya hefteyekê li ser hesabê xwe yê YouTubeyê vîdeoyeke bi navê “Şerê Îsraîl-Filistînê, Bêpolîtîkayiya Şer a Mixalefetê, Dirêjkirina Tezkereyê” belav kir.

Gultekîn di vê vîdeoya xwe de heqaret li Kurdan kir.

Gultekîn angaşt kir ku Kurd Kurdistana mezin xeyal bikin “dê bibin qirdik/sûtal/sût ên Amerîka û Îsraîlê.

Şîroveya Gultekîn di demeke kurt de rastî gelek bertekan hat.

Leveng Gultekîn di wê vîdeoya xwe de bi kurtasî ev tişt gotin:

“Ev 40 sal in Tirkiye, ka bê pirsgirêka PKKyê ye yan pirsgirêka Kurdan e hewl dide bi şer çareser bike.

Ev 40 sal in operasyonên dersînorî tên kirin. Li Îraqê gelek ewqas operasyon hatin kirin ku em hejmara wan nizanin. Parlamentoyê ewqas tezkere qebûl kirin ku em hejmara wan nizanin.

“Li Sûriyeyê jî Kurdistanek tê avakirin”

Çi qewimî? Diyariya van operasyonan bû çi? Li Îraqê Kurdistanek, piştî wê li Sûriyeyê jî Kurdistanek tê avakirin.

Eger ku Tirkiyeyê xwestiba vê pirsgirêkê ji holê rake dê ne bi operasyonan, herî kêm wekî Amarîkayê bi rêya gûftigoyê bi Kurdan re çareser kiriba. Li ti devera cîhanê terorîst bi şer nayên tunekirin.

Ev tovê dijminatiyê ji mezinan derbasî zarokan dibe û wisa berdewam dike.

“Dê PKK jî lawaz kiriba”

Pêwîst bû Tirkiye bi PYDyê re di nava hevpeyvînan de ba. Li gorî min guftûgûya di navbera Tirkiye û PYDyê de, dê PKK jî lawaz kiriba lê berovajiyê vê, Tirkiye îro li Îraqê çi dike li Sûriyeyê jî heman tiştî dike.

Di her bûyera diqewime de dibêjin li pêş çavên we zarokên Kurd dimirin lê hûn behsa Filistînê dikin. Ez çima ji bo zarokên Sûriyeyê xemê hilgirim?”

Bi hinekan re xeyala Kurdistana mezin heye, bibûrin ev tenê xeyal in.

Xeyalên Kurdistana mezin bi hinekan re heye, li qisûrê nenêrin ew tenê xeyalin. Ku Kurd Kurdistana mezin xeyal dikin dê li Rojhilata Navîn bibin qirdikên Amerîka û Îsraîlê

Eger ev wisa berdewam bike dê Kurdan bixin goristana Rojhilata Navîn û dê we ji bo xwe bikin qirdik.”

Ev şîroveya Gultekîn a li ser Kurdan di demeke kurt de rastî gelek bertekan hat.

Ferhat Encu: Eger qirdikek hebe ew jî tu yî!

Hevserokê HDPyê yê Stenbolê Ferhat Encu li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da Levent Gultekîn û got:

“Eger qirdikek hebe, ew jî tu yî! Yên ku bi sedsalan e ji Amarîkayê re sûtaliyê dikin ma ne hûn in? Ya ku we re heq e, çima ji me re xeyal be? Ku em têbikoşin tiştek ne xeyal e.”

“Çi bêjim nizanim”

Rojnameger Mahmut Bozarslan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha bersiv da Gultekîn:

“Roj derbas nabe ku kesek rabe me bêhêvî neke. Îro jî Levent Gultekîn hişmendiya xwe vereşandiye...

Ji Kurdan re gotiye ‘qirdik.’ Ji îro û şûn de ez ji aqilê Kurdên ku qîmet didin te re çi bêjim nizanim. Ez wekî Kurdekî dibêjim gotinên xerab diçin ji xwediyê xwe re.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst