Li Stenbolê xwepêşandana Sirûcê; gelek kes hatin desteserkirin

20-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Sirûc Stenbol Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kadikoyê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ve hejmarek nûner û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi armanca 8emîn salvegera komkujiya Sirûcê xwestin daxuyaniyê bidin lê polîsan midexale kir û hejmarek xwepêşander desteserkirin.

Roja Pêncşemê 20ê Temûza 2023an li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi helkefta 8emîn salvegera qetlîama Sirûcê xwepêşandan hat kirin lê polîsan rê neda û hejmarek welatî desteserkirin.

Di dema desteserkirinê de polîsan bi awayekî zorê midexaleya ciwanan kir û ev yek bû sedema nerazîbûna welatiyên ku di rê de derbas dibûn.

Jineke ku ji cihê bûyerê re derbas dibû midexaleya polîsan kir û got, “Hunê sitûyê wî bişkînin, ma hun çi lê dikin? Zarokên we jî hene, ev tiştê hun dikin îşkence ye.”

Berdevk û parlamentera Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, parlamentera Partiya Karkeran a Tirkiyê (TIP) Sera Kadigil û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Ligel parêzgeha Stenbolê li çend parêzgehên din yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi heman armancê çalakiyên bibîrxistinê hatin kirin lê polîsan heman midexale li wan deran jî kir û hejmarek rojnamevan û xwepêşander desteserkirin.

Di 20ê Temûza 2015an de li nevçeya Sirûca Rihayê bi armanca birina kel û pel û peleystokan ya ji bo zarokên Kobanî Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst li Sirûcê civînek lidar xistibûn û di dema daxuyaniya ciwanan de endamekî rêxistina DAIŞê yê bi navê Abdurrahman Karagoz êrîşek xwekujîyê biribû û di encama êrîşê de 33 kesî canê xwe ji dest dabûn û zêdetirî 100 kes ji birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst