CHP: 51 milyon û 600 hezar kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn

20-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan CHP Sînorê Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Ofîsa Hevgirtina Hejariyê ya CHPê nêzîka %60.4ê nifûsa Tirkiyê wate 51 milyon û 600 hezar kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn û nêzîka 2 milyon kes jî nikarin xwarina pêwîst werbigirin.

Ofîsa Hevgirtina Hejariyê ser bi Partiya Gel a Komarî (CHP) raporeke bi navê “Di armancên geşedanê de pêşveçûnek nîne” belav kir.

Li gor raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê %60.4ê welatiyan di bin sînorê birçîbûnê de dijîn ku dike nêzîkî 51 milyon û 600 hezar kesî.

Her wiha hatiye gotin ku li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 2 milyon welatî jî nikarin xwarina pêwîst werbigirin û zêdetirî nîvê zarokên li wî welatî dijîn nikarin keskahiyê û goştê mirîşkan bixwin. Hatiye diyarkirin ku %37.6 ê nifûsê jî, wate 32 milyon û 150 hezar kes jî di bin sînorê hejariyê de dijîn.

%62.4ê zarokan tenê dikarin nan an meqarne bixwin

%49.5ê zarokan nikarin rojane fêkî bixwin

%67ê zarokan nikarin rojane keskahiyê bixwin

%87.3ê zarokan jî nikarin rojane goşt, goştê mirîşkan an masî bixwin.

Li gor raporê li Tirkiye welatiyên ku temenê wan bi ser 65 salî de ye jî neçar dimînin bixebitin û tenê di sala 2022an de 99 karkerên temenê wan zêdeyî 65 sal e di dema kar de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst