Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê got ku êdî dora dewletê ye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û divê CHP jî bi bernameyeke cidî pêşengiya vê pêvajoyê bike.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li ser pêşhatên dawî ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.
Tulay Hatimogullari diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêkan Kurdan de êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye û divê gavên berbiçav bên avêtin.
"Gava yekem rakirina tecrîda li ser Ocalan e"
Hatimogullari got:
"Gava yekem rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e ku karibe bi awayekî tendurist beşdarî pêvajoyê bibe û pêwendiyên wî bi derve re çêbibin.
Her wiha piştî wê jî divê danîna qeyûman bê rawestandin û careke din şaredar biçin ser erka xwe.
Ligel vê yekê divê pirsgirêkên li girtîgehan bên çareserkirin û derbarê girtiyên siyasî de gav bên avêtin.
Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş divê bilez hinek tişt bên kirin."
"CHP divê pêşengiya pêvajoyê bike"
Hatimogullari li ser helwesta CHPê ya derbarê pêvajoyê de got:
"Çareserkirina pirsa Kurd ne mijareke wiha ye ku ji aliyê partiyên siyasî ve ji bo hilbijartinan bê bikaranîn.
Eger aştî pêk bê dê mixalefet jî qezenc bike û hemû civaka Tirkiyeyê jî.
Mixalefet divê destkeftiyên civaka Tirkiyeyê wekî yên xwe bibîne.
CHP divê bi plan û bernameyeke cidî pêşengiya vê pêvajoyê bike û bibe perçeyek ji pêvajoyê.
Ev dê bibe alîkariyek mezin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê."
Hat zanîn ku şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, ji bo hevdîtina li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan îro serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse