Kiliçdaroglu ji bo gera duyem a hilbijartinên serokkomariyê bang li dengderên li derve kir

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymaniya Millet ê postê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu bi vîdeoyekê bang li dengderên derve kir ku ji bo gera duyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikarbînin.

Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê di 14ê Gulanê de yekalênebûn û  gera duyem a wan hilbijartinan di 28ê Gulanê de tê kirin, lê dengdana dengderên derveyî welat bo gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê roja Şemiyê 20ê Gulana 2023an dest pê dike.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokkomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu roja Înê  19ê Gulana 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, bi vîdeoyekê bang li dengderên li derveyî welat kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û ji wan daxwaz kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikarbînin.

Kiliçdaroglu gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê wek referandumekê bi nav dike û dibêje, “Piştî referanduma berî niha, we dît ku çi bi serê me hatiye. Ya vê care jî ji bo rizgarbûna welatê me cara dawî ye. Werin ser sindoqan û kesên li derdora xwe jî bînin ser sindoqan.”

Dengdana dengderên derve bo gera dûyem a hilbijartinan heta 24ê Gulanê di demjimêr 17.00an de berdewam dike.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê  dê li 151 nûnertiyên Tirkiyê yên li 73 welatên derve li 167 binkeyan bo dengderên derve sindoqên dengdanê dayîne.

Li gor amarên fermî û tekez ên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariyê  yên 14ê Gulanê de ji tevahiya 3 milyon û  416 hezar dengderên li derveyî Tirkiyê, 967 hezar û 180 dengderan dengê xwe dabûn berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan. 665 hezar û  111 dengderên derve jî dengê xwe dabûn berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Gelê min ê xweşdivî, welatiyên me yên li derveyî welat dijîn  ji bo siberoja welatê me yê xweşik careke din diçin ser sindoqên dengdanê. Welatiyên me yên li xurbetê û bi hesreta welat dijîn, hûn li kîjan navçeya cîhanê bin, di vê hilbijartinê de çûna ser sindoqan deynê welat e. ji ber ku ev mijar êdî ji hilbijatinekê zêdetir, referandumeke. Piştî referanduma berî  niha, we dît ku çi bi serê me hatiye. Ya vê care jî ji bo rizgarbûna welatê me cara dawî ye. Werin ser sindoqan û kesên li derdora xwe jî bînin ser sindoqan. Ji bo welatê xwe deng bidin. Ev ne bangawaziyeke hindirê wê vala ye. Ez pirsgirêkên we û çareseriyan wan jî gelek baş dizanim. Ji bo ku hûn li Parlamentoya Tirkiyê nûnertiyek mezin nîşan bidin, em dê bazneya derveyî welat a hilbijartinan çêbikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst