Parastina li dijî doza girtinê ya HDP’ê hat amadekirin, pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin.
Hewlêr (Rûdaw) - Parastina li dijî doza girtina HDPê hat amadekirin, îro 19ê Nîsanê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin.
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDPê û grûba hiqûqnas a "Em HDPê diparêzin", parastina derbarê doza girtina HDPê de ku amade kiribûn, pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn li Tirkiyê bilindtirin dadgeh e û li dijî biryarên wê sikala û doz nayên tomar kirin. Lê eger ji 15 endamên dadgehê 10 jê dengê erê bidin û HDP bê girtin komisyona hiqûqê ya HDPê dikare li dadgeha mafên mirov a Ewropayê skalayekê tomar bike.
Dadgeh piştî lêkolîna li ser parastina HDPê, dê rojekê diyar bike ku li ser dozê biryarekê bidin.
HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin.
Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse