Partiya nû ya Ahmet Şik diyar bû

19-04-2021
RÛDAW
Nîşan Ahmet Şik TIP Kurd HDP Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter Ahmet Şik ku berî niha ji HDPê îstîfa kiribû, beşdarî Partiya Karkeran a Tirkiyê bû.

Parlamenter Ahmet Şik bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku ew beşdarî nav Partiya Karkeran a Tirkiyê (TIP) bûye.

Ahmet Şik di daxuyaniya xwe de amaje bi rewşa Tirkiyê kir û got, “Li vî welatî ku kesên hiqûq, demokrasî û aştiyê dixeniqînin sînoran datînin, jiyaneke li ser rijdbûna bo aştî, demokrasî û hiqûqê, bi serê xwe înad e. Înad her tim bi ser dikeve.”

Ahmet Şik dibêje, “Em ne neçarî wan aliyan in ku hêvîxwazên rizgarbûna ji rejîmeke dîkta, bi tenê dihêlin.”

Herwiha Ahmet Şik got, “Em ne bêçare ne. Ji bo ku em xwe bigihînin rojên bihêvî ez beşdarî Partiya Karkeran a Tirkiyê dibim” û bang li her kesî jî kir ku beşdarî wê partiyê bibin.

Ahmet Şik ku li ser lîsta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bûbû parlamenter, roja 4ê Gulana 2020an ji partiya xwe îstîfa kiribû û bi awayekî serbixwe kar û barên xwe berdewam dikirin.

Derbarê sedema destjikarberdana xwe ji HDPê jî Ahmet Şik rexne li helwesteke di nav HDPê de girtibûn ku bi gotina wî ew “helwesta serwer a di nav HDPê ji şêweyên demokratîk dûr e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst