RAPIRSÎ – Li 6 bajarên mezin kîjan partî li pêş e?

19-03-2024
Nîşan Rapirsî Stenbol Enqere Îzmîr Edene Mêrsîn Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyên kompanyayên lêkolînan ên AREA, Artibir û PIARê Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mêrsînê namzedên CHPyê li pêş in û li Aydinê jî namzedê AK Partiyê li pêş e.

Ji hilbijartinên 31ê Adarê re tenê 12 roj mane û kompanyayên rapirsiyan li ser hev encamên rapirsiyan belav dikin.

Stenbol

Artibirê li Stenbolê di navbera 4 û 8ê Adarê de bi 2 hezar kesan re rapirsiyek kiriye.

Li gorî vê rapirsiyê, rêjeya dengên namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu ji sedî 38,2 ye û rêjeya dengên namzedê AK Partiyê Murat Kurum ji sedî 35,7 e.

Di heman rapirsiyê de rêjeya dengên namzedê DEM Partiyê ji sedî 4,8 derket.

Herwiha rêjeya bêbiryaran jî ji sedî 10,3 ye.

Enqere

Kompanyaya Lêkolînê ya AREAyê li Enqereyê di navbera 10 û 15ê Adarê de bi beşdariya 4 hezar û 405 kesan rapirsiyek kiriye.

Li gorî rapirsiyê, rêjeya dengên namzedê CHPyê Mansur Yavaş ji sedî 59,1 e.

Li gorî heman rapirsiyê, rêjeya dengên namzedê AK Partiyê Turgut Altinok ji sedî 30,3 ye.

Rêjeya dengên namzedê Yenîden Refahê ji sedî 4,2 û rêjeya dengên namzedê DEM Partiyê jî ji sedî 1,2 ye.

Edene

Li gorî rapirsiya ku AREAyê li Edeneyê di navbera 7û 13ê Adarê de bi 3 hezar kesan re kiriye, rêjeya dengên namzedê CHPyê ji sedî 47,1 e.

Li gorî heman rapirsiyê, rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 33,4 e û rêjeya dengên DEM Partiyê jî ji sedî 4,1 e.

Mêrsîn

AREAyê li Mêrsînê di navbera 5 û 10ê Adarê de bi 3 hezar û 54 kesan re rapirsiyek kiriye.

Li gorî vê rapirsiyê rêjeya dengên namzedê CHPyê ji sedî 59,6 e û rêjeya dengên namzedê AK Partiyê ji sedî 35,3 e.

Li Mêrsînê rêjeya dengên DEM Partiyê jî ji sedî 2,6 e.

Aydin

PIARê jî li Aydin û Îzmîrê du rapirsî kirine.

Li gor rapirsiyê, li Aydinê namzedê AK Partiyê bi rêjeya ji sedî 43,1 li pêş e û rêjeya dengên namzedê CHPyê jî ji sedî 40,5 e.

Rêjeya dengên namzedên DEM Partiyê jî ji sedî 3,9 e.

Îzmîr

Li gorî rapirsiya Kompanyaya PIARê, li Îzmîrê namzedê CHPyê bi rêjeya ji sedî 50,4 yekemîn û namzedê AK Partiyê bi rêjeya ji sedî 37,5 duyemîn e.

Namzedên DEM Partiyê jî bi rêjeya ji sedî 5,2yan di rêza sêyem de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst