Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê li ser êrişa li dêrê daxuyanî da

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dêra Santa Mariayê Stenbol Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê derbarê êrişa li Dêra Santa Mariayê got, “Ji bo ku bûyer were ronîkirin û eşkerekirin Saziya Ewlehiyê dixebite.”

Li navçeya Sariyerê ya Stenbolê di nava Dêra Santa Mariayê dema ayîna Yekşemê de 2 kesan bi çekan êrişek pêk anî, kesekî canê xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya çû Dêra Santa Mariayê û ragihand ku di êrişê de kesek hatiye kuştin.

Yerlikaya diyar kir ku ew dê demeke nêzîk de tawanbaran bigirin û radestî dadgehê bikin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya anî ziman:

“Em êrişa qirêj a li dijî dêra me ya di dema ayîna Yekşemê de bi tundî şermezar dikin. Ji bo ku demekê pêş de bûyer bê ronîkirin û eşkerekirin Saziya Ewlehiyê dixebite.

Hemû hevalên me hewl didin. Li Stenbola me gelek îbadetxane hene. Her yek ji wan bi azadî û di nav ewlehiyê de îbadetên xwe dikin. Hemû mirovên ayînî û cemaetên wan ji vê rewşa aram razî ne.

Kesekî ku dixwaze yekîtiya miletê me têk bide nikare bi ser keve. Ez dixwazim tekezî li ser vê yekê bikim. Di serî de li Stenbolê li her cihê welatê me em di nav aramî û ewlehiyê de bi hev bawer dikin û bi hev re dijîn.

Bila bê zanîn ku ev êriş ji aliyê kê ve hatibe kirin em dê wan tesbît bikin û derxînin pêşberî dadgehê. Em li ser vê yekê bi biryar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst