Gotibû 'Nan xwarina civakên bêaqil e'; Kolîvar hat berdan

18-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sendîkaya Hilberînerên Nan a Tirkiyeyê Cîhan Kolîvar ku ji ber gotina xwe ya “Nan xwarina civakên bêaqil e” bi îdîaya “Heqaretkirina li Serokkomarê Tirkiyê” hatibû girtin, piştî 8 rojan duh Pêncşembê 17ê Mijdarê hate berdan.

Serokê Sendîkaya Hilberînerên Nan a Tirkiyeyê, Cîhan Kolîvar di daxuyeniyeke xwe de gotibû, “Li civakên bê aqil nan xwarina sereke ye. Ji ber civaka me xwe bi nan têr dike bo wê ev 20 sal in rêveberiyek bi vî awayî li ser serê wan e.

Gotinên Kolîvar bibûn sedema bertekên parlementerên AKPê û ew bi gotinên xwe kiribûn armanc.

Piştî wê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di derbarê wî de lêpirsîn hatibû despêkirin.

Serokê Sendîkaya Hilberînerên Nan a Tirkiyeyê, Cîhan Kolîvar ji ber van gotinên xwe bi îdiaya "Heqaret li miletê Tirk, dewlet, sazî û organên dewletê kiriye" ”, hatibû desteseririn û piştre di 9ê Mijdara 2022 de hatibû girtin.

Li gor di medyayên Tirkiyê de hatibû belavkirin, Kolîvar di îfadeya xwe de li dadgehê gotiye: “Ti pirsgirêka min bi rêveberiya giştî re nîne, pirsgirêka min bi şaredariyên navçeyan re ye. Ji ber izin nadin firinên Nan ên bê destûr. Dema min got, Nan xwarina sereke ya civakên bê aqil e, mebesta min ew bû ku bo tendirustiyê xirabe.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst