KAYY-DERê ji bo ku navê wê biparêze ‘Mîhrîcana Boreka Kurdan’ li dar xist

18-09-2023
Rawîn Stêrk
KAYY-DERê ji bo ku navê wê biparêze ‘Mîhrîcana Boreka Kurdan’ li dar xist
KAYY-DERê ji bo ku navê wê biparêze ‘Mîhrîcana Boreka Kurdan’ li dar xist
Nîşan Mîhrîcana Boreka Kurdan KAYY-DER Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê Komeleya Navçe û Gundewarên Çewlîgê (KAYY-DER) Mîhrîcana Boreka Kurdan li dar xist.

Bi sedan Kurd, bi taybetî jî Çewlîgî yên ku li Stenbolê dijîn ji serê şeveqê ve ji malên xwe derketine û wan xwe li vê daristanê girtiye.

Qelebalix ji bo xwedîlêderketina navê xwarinekê li hev civiyaye.

Ew rêza dirêj ji bo wê ye ku xwe bigihînin Boreka Kurdan.

“Em xwedî li navê Boreka Kurdan derdikevin”

Hevserokê KAYY-DERê Ahmet Tuzun li ser guherandina navê Boreka Kurdan got:

“Em xwedî li navê Boreka Kurdan derdikevin. Piştî salên 80yî ku derbe çêbû û peyva Kurd hat qedexekirin, navên gelekî cuda li Boreka Kurdan hatin kirin.

Dibêjin Kut Boregî, Boreka Sade, Boreka Tugla û Boreka Hemalan.

Em ji hêla çandî ve lê dinêrin. Em û borekciyên Kurd hatin ba hev û me ev festîval amade kir.”

Komeleya Navçe û Gundewarên Çewlîgê (KAYY-DER) ji ber ku hewleke zêde heye navê wê ne wekî ‘Boreka Kurdan’ lê wekî ‘Boreka Kut’ bê zanîn û qebûlkirin, 6 sal in vê festîvalê li dar dixe.

Hosteyê borekê Mehmet Erben anî ziman:

“40 sal in ez karê borekan dikim, dikanên min hene.

Em dixwazin navê wê wekî xwe bimîne ku Boreka Kurdan e.”

Li gorî çîroka wê, ew borek cara ewil di salên 1890î de ji hêla Rengo Mihemed ve hatiye çêkirin.

Ew bixwe ji Gundê Bilîcayê yê navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Rengo Mihemed sala 1863yan ji dayik bûye û dema ew tê Stenbolê li ba gundiyên xwe karên giran dike.

Piştre rojekê dibêjin ji me re xwarinekê çêke û Rengo Mihemed jî vê borekê çêdike ku corekî wê li nava Kurdan weke ‘qatme’ jî tê zanîn.

Piştî ku karkerên tersxaneyê wê tahm dikin, rêya fikr û debareke nû ji bo Rengo derdikeve.

Kesê ku borekê dixwin dipirsin dibêjin ‘Te ew borek ji ku kirî?’ dibêjin, min li ba Kurdo kirî.

Îca navê wê dibe ‘Kurt Borekî’ û li tevahiya Tirkiyeyê belav dibe.

“Em hem zikê xwe, hem çavên xwe têr dikin”

Serokê Komeleya Çewlîgê Ehmed Cewdet Ozdemîr li ser mîhrîcanê got:

“Ev borek a Kurdan e jixwe navê wê jî Boreka Kurdan e. Ez bixwe jî ji Gêxiyê me, ev borek jî ji wir derketiye.

Em li Stenbolê her roj tînin ser sifreyên xwe û mala xwe. Em hem zikê xwe têr dikin, hem çavên xwe têr dikin.”

Li gorî texmînan îro tenê li Stenbolê derdora 5 hezar kargehên ku ‘Boreka Kurdan’ çêdikin hene. Êdî ji Çewlîgiyan jî derbas bûye û bi hezaran kes debara xwe pê dikin.

Ew xwarina şivankî ya ku berî Şerê Yekem ê Cîhanê popûler bûye, îro ji ber navê xwe bûye mijara festîvalê.

Festîval her sal di vê rojê de bi beşdariya hunermend, siyasetmedar û hezaran xelkê Kurd, navdariya xwe bi hewleke siyasî û çandî li cîhanê berbelav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst