Li Enqereyê bi hinceta ‘Cemaeta Gulen’ 8 kes hatin desteserkirin

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Enqere Cemaeta Gulen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta endamtiya “Cemaeta Gulen” biryara desteserkirina 10 kesan da.

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê, tîmên Şaxa Tawanên Qaçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqereyê, bi hinceta ku di beşa leşkerî ya “Cemaeta Gulen” de cih girtiye ji bo desteserkirina 10 kesan, li Enqere û 3 bajarên din operasyon da destpêkirin.

Di operasyonê de heta niha 8 kes hatine desteserkirin û ji bo desteserkirina 2 kesan jî xebat berdewam in.

Hêzên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqereyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst