Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan dê bicivin

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Sînan Ogan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan dê sibe roja Înê 19ê Gulana 2023an  bicivin.

14ê Gulana 2023an li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên Parlamenterî û Serokkomariyê hatin kirin.Di hilbijartinên Serokkomariyê de Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan ji sedî 49.5, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44.8ê dengan bidestxistibû. Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî ji sedî 5.1ê dengan bidest xistin û bi vê jî hilbijartinên Serokkomariyê birin ji bo gera duyem ku bo yekalîbûna wan hilbijartinan di gera yekem de pêdivî bi 50 kom yekê dengan bû. Biryar e gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariyê di 28ê Gulana 2023an de bên kirin.

Di demekê de ku 10 roj ji bo gera duyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê mane Hevpeymaniya Millet ji bo bidesxistina dengên Sînan Ogan, ligel wî dest bi diyalog, civîn û gotûbêjan kirine.

Herî dawî Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku partiya wî di nav Hevpeymaniya Millet de ye  roja Çarşemê 17ê Gulana 2023an ligel Sînan Ogan civînek saz kiribû. Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne biryar e sibe roja Înê 19ê Gulana 2023an  berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ligel Sînan Ogan civînekê saz bike.

Ev civîna Kiliçdaroglu û Sînan Ogan di demekê de ye, serokên  6 Partiyên opozîsyonê roja Çarşemê 17ê Gulana 2023an bi mêhvandariya Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê civîneke derdora 3 demjimêran saz kiribûn û li gor zanyariyan avakirina peywendiyê ligel Sînan Ogan û bidestxistina piştevaniya wî di gera dûyem a hilbijartinan de yek ji mijarên sereke yên wê civînê bûn.

14ê Gulanê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan bi derdora  2 milyon û 520 hezar  ferqa dengan  di pêşbaziya Serokkomariyê de  li hember  hevrikê xwe yê herî bihêz  Kemal  Kiliçdaroglu bi rêjeya ji sedî 49.5ê dengan  biserket û  Kiliçdaroglu jî  tenê  ji sedî 44.8ê dengan bidestxistin.

Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan ku hevpeymaniya wî li ser bingehê nijadperestiyê hatiye avakirin bi ji sedî 5.1ê dengan hilbijartin bo gera duyem hişt û niha jî dengên xwe wek kilîla yekalîkirina  postê Serokkomariya Tirkiyê dibîne. Biryar e Sînan Ogan roja Înê 19ê Gulana 2023an biryara xwe ya derbarê piştevanîkirina berbijêrê kîjan alî ji raya giştî re eşkere bike.

Hevpeymaniya ATA ku li ser bingehên nijadperestî û dijayetiya koçberan hatiye avakirin ji Partiya Zafer, Partiya Dadê, Partiya Rast, Partiya Hevpeymaniyên Tirkiyê û Partiya Ulkem pêktên.  Serkêşa Hevpeymaniyê ji Partiya Zafer pêk tê û Serokê wê dibêje şandina koçberan û “rûbirûbûna terorê” xetên wan ên sor in ji bo  lihevkirin û piştevaniya berbijêrên herdû hevpeymaniyên Millet û Cumhur di gera dûyem a hilbijartinan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst