Baroya Îzmirê binpêkirinên roja hilbijartinê eşkere kirin

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Baroya Îzmirê Binpêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Îzmirê ragihand ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên dubare jî di nav de gelek binpêkirin hatine kirin.

Baroya Izmirê roja Çarşemê 17ê Gulana 2023an li ser binpêkirinên hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir.

Endama Desteya Rêveber ya Baroya Izmirê Gamze Şimşek li ser navê baroyê axivî û diyar kir ku roja hilbijartinê yekemîn pirsgirêka ku rûbirû mane hatine hêzên emnî ya zêde bo dibistanan bûye.

Şimşek amaje bi wê yekê da ku tenê polîsên erkdar dikaribûn li bexçeyê dibistanê rawestin lê hêzên emnî heta wesayetên TOMA jî anîbûne nêzîkî dibistanan.

Şimşek dibêje: “Hejmarek zêde hêzên emnî anîbûn. Me ew ji hundir derxistin lê bûyîna vê yekê li Izmirê fikrekî wiha bi mirov re çêdike gelo li deverên din yên Tirkiye çi qewimiye. Beriya giştî endam bên serokên desteya sindoqê kîsên dengan vekirine. Dema parêzer û berpirsan xwestiye midexaleya vê yekê bikin jî hatine astengkirin. Ev yek bi serê xwe ewlekariya hilbijartinê dixe metirsiyê.”

 Binpêkirinên roja hilbijartinan ku Baroya Izmirê eşkere kirine:

-Li hindek sindoqan endamên desteya sindoqan kêmbûn.

-Defterên tomarkirinê nebûn.

-Li hejmarek sindoqan du zarf hatin dayîn û bi wî awayî kesekî du deng bikar anîne.

-Berpirsên belgeya wan a 142 nebû li sindoqên ku dixwestin dengên xwe bikar anîn.

-Kesên dest ji berpirsiyartiya sindoqê berdan hem di lîsteya dengderan û hem jî li cihê ku berpirsiyar bûn dengê xwe bikar anîn. Wate hinek dengderan du caran û hinekan jî qet dengê xwe nedan.

-Hejmara zerfan dibe ku zêde derbikeve lê pisûleyên dengdanê zêde dernakevin. Lê pisûleyên zêde derketin û ev jî hatin hejmartin.

- Di tomarkirina desteya sindoqan de şaşitî hatin kirin.

- Hêzên emnî xwestin bi serê xwe sindoqan rakin û nexwestine berpirsên sindoqan ligel wan biçin.

Baroya Izmirê dibêje wan bi giştî ev binpêkirinên roja hilbijartinê tomarkirine û wek parêzerên girêdayî baroyê ji bo ewlekariya hilbijartinê çi ji destê wan hatiye kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst