Antakyayî ditirsin ku bajarê wan weke xwe neyê nûjenkirin

18-03-2023
RÛDAW
Antakyayî ditirsin ku bajarê wan weke xwe neyê nûjenkirin
Antakyayî ditirsin ku bajarê wan weke xwe neyê nûjenkirin
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Antakyayî dixwazin mîrata çandî ya bajêr bo parastin lê ji aliyekî ditirsin ku bajarê wan weke orjînalê xwe neyê nûjenkirin.

“Em ê paş de vegerin Antakya” û “Hêviyê xwe wenda nekin” nivîsandine mexdûrên erdhejê ku ji bajêr koç dikin.

Antakya bajarekî pêkvejiyana millet û olan e ku Ereb, Kurd, Tirk, Ermen, Cihû, Misilman, Kirîstiyan, Elewî û Sune bi hev re di nav aştiyê de dijîn. Erdheja 6ê Sibatê ligel wêrankirina bajêr zerareke zêde da mîrata çandî ya bi hezaran salan.

Welatiyekî Kirîstiyan dibêje hêviya wan heye ku bajar careke din weke xwe bê avakirin.

Xwebexşê Platforma Nehna ya Çanda Kirîstiyanên Ortodoks Emre Can Daglioglu anî ziman, “Dibe ku terziyê we Cihû yan Xirîstiyan bûya, dûkandar Elewî û fêkîfroş Ermen bûya. Ev di nav jiyana serekî de bûn. Ji aliyê polîtîk ve bi hêz bûn û nasnameya wan eşkere bûn û bi vî awayî dijiyan. Bi hev re cejn pîroz dikirin û beşdarî şînên hev dibûn. Antakyayê bi vê taybetiya xwe bal dikişand.”

Berpirsên hikûmetê dibêjin, dê bajarê nû yê Antakyayê veguhesînin quntarên Çiyayê Amanosê, lê berhemên dîrokî dê li cihê berê nûjen bikin. Pispor jî dibêjin dema bajar bê veguhestin, rihê wê yê çandî û dîrokî namîne.

Pispora Zanistên Siyasî Anna Maria Beylunioğlu got, “Metirsiyeke zêde heye ku dê weke orjînalê xwe neyên çêkirin. Di vî warî de di destê me de bîra mirovan heye. Mirov hene ku bêyî nexşeya roleveyê hebe, dikarin van deran xêz bikin. Ji bo ku Antakya weke orjînalê xwe bê çêkirin, em ê îradeya gelê Antakyayê nîşan bidin.”

Di erdheja 6ê Sibatê ya navenda wê Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, li gor amarên fermî li 11 bajaran zêdetir ji 49 hezar kesan canê xwe jidest dan û bi deh hezaran avahî hilweşiyan. Li Antakyayê jî 3 hezar û 100 avahî hilweşiyan û pêwîst e %80yî bajêr bê hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst