Li gor rapirsiya herî dawî MHP û ÎYÎ Partî bendê derbas nakin

18-01-2020
Samî Ergoşî
Nîşan Tirkiye Metropol Rapirsî MHP ÎYÎ Partî HDP AK Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînan a Metropolê encamên rapirsiya xwe ya meha Kanûnê eşkere kirin. Li gor rapirsiya Metropolê, tenê HDP, CHP û AK Partî benda ji 10 a hilbijartinê derbas dikin û MHP û ÎYÎ Partî di jêr bendê de dimînin.

Kompanyaya Metropolê encamên rapirsiya xwe ya ku ji beşdaran pirsiye; “Eger vê Yekşemê hilbijartin were kirin hun dê dengê xwe bidin çi partiyekê? eşkere kirin. Li gor rapirsiya ku di Kanûna 2019an de hatiye kirin, tenê AK Partî, CHP û HDP benda ji sedî 10 a hilbijartinê derbas dikin.

Li ser pirsa vê Yekşemê hilbijartin çêbibe hun dê dengê xwe bidin kê, ji sedî 41 AK Partî û ji sedî 24.8 jî dibêjin dengê xwe didin CHPê. Herwiha ji sedî 11 HDP û ji sedî 9.8 jî dibêjin MHP. Di rêza pêncem de bi rêjeya ji sedî 8.3 Îyî Partî cih digire.

Li gor rapirsiyê, tenê AKP, CHP û HDP benda ji sedî 10 a hilbijartinê derbas dikin daku bikaribin biçin parlamentoyê. Hemû partiyên din nikarin bendê derbas bikin. Li gor rapirsiyê, ji sedî 5.4 a beşdaran bêbiryar in û ji sedî 7.8an jî ti bersiv nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst