Metirsî li ser 3 malbatên Rojhilatê Kurdistanê heye ji Tirkiyê bêne dersînorkirin

17-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komek ji malbatên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Tirkiyê wek penaber dijîn, birin navenda paşde vegerandinê ya koçberan û niha ew din bin xetereya dersînorkirinê de ne.

Li gor agahiyên berdest, roja Pêncşemê 15ê Kanûna 2022yan 144 penaxwazên ji Efxanistan, Filistîn, Bexda û Îranê ku di nav wan de Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hene hatin desterserkirin û şandin Navenda Paşdevegerandinê ya Îdareya Koçê li parêzgeha Marmarîsê.

Di nav penaberên ku li Navenda Vegerandinê hatine girtin, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hene ku ji ber sedemên siyasî neçar mane cih û warên xwe biterikînin.

Heta niha nasnameyên 3 malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Navenda Vegerandina Koçberan hatibûn girtin, hatin eşkerekirin.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidest xistine; Sebah Nikha û hevjîna wî Şîler Ezîz û du zarokên wan, Nasir Kemanger û hevjîna wî Arezû Mewlanayî û du zarokên wan, Armanc Minbarî û hevjîna wî Şevgar Mihemedî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne metirsiya dersînorkirinê li ser wan heye.

Ji aliyeke din ve Encûmena Piştgiriya Penaxwaz û Penaberên Îranî li Tirkiyê ragihand ku, hejmara penaxwazên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî desteserkirinê li navenda derxistinê zêdetirî 100 kesan e.

Rêxistinê hişyarî da ku Nasir Kemanger û hevjîna wî Arezû Mewlanayî 5 sal in li Tirkiyeyê di nava şert û mercên gelekî xerab de dijîn, ji ber wê jî neçar mane koçî welatên Ewropayê bikin û eger radestî Îranê bên kirin dê jiyana wan bikeve metirsiyê.

Hevalê penaxwazên girtî û çalakvanê siyasî Hisam Rehmanî ji Rûdawê re ragihand, ku wî bi rêya telefonê peywendî bi Amanc Minbarî daniye û wî gotiye, metirsiya dersînorkirina wan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst