Doza Malbata Dedeogullari: Parêzer ji salonê hatin derxistin

17-11-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Malbata Dedeogullari Konya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza komkujiya Malbata Dedeogullari ya li Konyayê hat kirin îro birêve diçe.

Malbata Dedeogullari di 12ê Gulana 2021an de li navçeya Meram a Konyayê rastî êrîşa nîjadperest a malbatên Keleş û Çalik hat. Piştî êrîşê 7 endamên malbata Dedeogullari di 30ê Tîrmehê de ji aliyê Mehmet Altun ve hatin qetilkirin, tevî ku wan polîs û rayedarên pêwîst jî agahdar kiribûn ku ewlehiya wan nîne lê tedbîr nehatibûn girtin.

Rûniştina doza ku tometbarê girtî Altun û 9 tometbarên din dihatin darizandin li 4emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê dest pê kir.

Tê payîn ku di rûniştina îro de biryar bê dayîn.

Alîkara Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Nuray Ozdogan, Parlamenterên HDPê Murat Çepni û Kemal Pekoz, Hevberdevka HDKê Esengul Demir, Parlamenterê berê CHPê yê Konyayê Atilla Kart, Serokwekîlê berê yê Koma CHPê Levent Gok rûniştinê dişopînin.

Di dozê de piştî daxwaza redkirina dadger heyeta dadgehê parêzer ji salonê derxistin.

Di rûniştinê de daxwaza redkirina dadger ji aliyê parêzerên malbata Dedeogullari nehat qebûlkirin.

Heyeta dadgehê piştre parêzer ji salonê derxistin.

Heft endamên malbata Kurd a Dedeogullari ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê bicîh bûbûn 30ê Temûza 2021ê ji aliyê cîranên xwe ve di êrîşeke nijadperestî de hatibûn kuştin.

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Temûzê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê niştecîh bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivikayetî bi wan dihat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst