TIHV: Par 781 kesan ji ber şkenceyê serlêdan kiriye

17-06-2024
Nîşan Şkence TIHV Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeye (TIHV) ragihand ku sala 2023yan 781 kesan ji ber şkenceyê serî li wan daye.

TIHVê rapora xwe ya binpêkirinên mafên mirovan a sala 2023yan eşkere kir.

Li gorî raporê, par li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 781 kesan ji ber ku ew an jî xizmekî wan rastî şkenceyê hatine serlêdan kiriye.

Li hêla din, di nava 10 salên dawî de ev hejmar gehiştiye 7 hezar û 548 kesan.

Raporê amaje bi wê yekê daye ku 240 ji wan jin in, 428 ji wan mêr in û 63 ji wan jî queer (xwe wekî “jin” an “mêr” pênase nakin) in.

Par serlêdanên şkenceyê herî zêde li Stenbolê çêbûne ku 251 serlêdan in.

Li Îzmîrê 172 kesan, li Wanê 161 kesan, li Amedê 125 kesan, li Cizîrê 40 kesî û li Enqereyê jî 32 kesan ji ber şkenceyê serî li TIHVê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst